Li derdora Bendava Tişrînê herî kêm 50 çete hatin kuştin
Di şerê dijwar ê li derdora Bendava Tişrînê di navbera hêzên HSD û çeteyên DAIŞ'ê de qewimî, herî kêm 50 çete hatin kuştin.
Di şerê dijwar ê li derdora Bendava Tişrînê di navbera hêzên HSD û çeteyên DAIŞ'ê de qewimî, herî kêm 50 çete hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ'ê duh danê sibehê ji başûrrojavayê Bendava Tişrînê êrîş çeperên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin. Li ser bersiva hêzên HSD'ê, şerekî dijwar qewimî.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, di vî şerî de herî kêm 50 çete hatine kuştin, cenazeyên 18 ji wan di nava destê hêzên HSD'ê de mane.
Şerê li herêmê car carna dewam dike.