Li Depê çeper hat rûxandin: 2 leşker mirin

Li Depê çeper hat rûxandin: 2 leşker mirin

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayan di 25’ê gulanê de li navçeya Depê ya Elezîzê çalakiyek li dar xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin kul i Bestayê jî pevçûn berdewam dikin.

Di daxuyaniya Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê de ev agahî hatin dayîn; “Di 25'ê Gulanê de li navçeya Depa Elezîzê li dijî qereqola Okçuyanê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çeperek hatiye rûxandin, 2 leşkerê tê de jî hatiye kuştin.”

Di daxuyaniyê de der barê pevçûnên l ili Bestayê de jî wi hat gotin; “Di 27'ê Gulanê de di saet 07.00'an de li Şirnexê li dijî herêma Şehrîbana Bestayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Li herêmê bi helîkopterên kobra û balefirên keşfê bênavber difirin her weha cîh cîh jî pevçûn diqewimin. Di derbarê operasyona berdewam dike û pevçûnan de dema zelal bû ji raya giştî re wê were eşkerekirin.”