Li Dara Hênê 2 leşker hatin kuştin

Li Dara Hênê 2 leşker hatin kuştin

Di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê yekîneyên artêşa Tirk ên li herêma Akdaga navçeya Dara Hênê ya Çewlikê operasyon dabû destpêkirin pêk anîn de herî kêm 2 leşkerên Tirk hatin kuştin. HPG’ê der barê tevgera şoreşgerî ya gerîlayan a li navçeyên Colemêrgê de jî agahiyên berfireh da.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan de daxuyaniyek da û got; “Di 12'ê Tebaxê de di saet 06.00'an de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê li dijî herêmên Xalvelyan û Xalyana bi ser Akdagê ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ev agahî da: “Dema hêzên operasyonê xwestiye paş de vekişe li dijî leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin leşkerek jî birîndar bûye. Di vê çalakiyê de herweha helîkoptereke skorsky jî derbe xwariye.”

REWŞA DAWÎ YA NAVÇEYÊN COLEMÊRGÊ

Di daxuyaniyê de der barê tevgera şoreşgerî ya gerîlayên HPG’ê ya li navçeyên Şemizînan daye destpêkirin de wiha hat gotin; “. Di çarçoveya tevgerên li Şemzînan, Çelê û Gevera Colemergê tên meşandin de gerîlayên me li Şemzînan û Geverê hin çalakî lidarxistiye.

Di vê çarçovê de di 11'ê Tebaxê de di navbera saet 21.00-21.30'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî Lojmanên Polîsan û Konaxa Hukumetê du çalakiyên hemwext hatiye lidarxistin. Di encama van çalakiyan de hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

Di 12'ê Tebaxê de di saet 06.00'an de li dijî 2 helîkopterên kobra û skorskyeke dixwest li Qereqola Oramarê daxîne, dîsa di saet 08.00'an de helîkoptereke skorsky ya dixwest ji Geverê ber bi Oramar û Şitazinê ve diçe, di saet 16.00'an de jî helîkoptereke skorky ya ji Rûbarokê ber bi Şemzînanê ve diçe ji aliyê gerîlayen me ve hin çalakî hatine lidarxistin. Ji ber berxwedaniya gerîlayên me helîkopter naçar maye ji herêman dûr bikeve.

Herweha di 12'ê Tebaxê de di saet 11.00'an de kontrolkirina rê û nasnameyan a di navbera Gever û Oramarê de daye destpêkirin hîn jî berdewam dike.

Di 12'ê Tebaxê de di saet 18.00-19.00'an de li dijî çiyayê Çarçelayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.