Li Daqoqê 9 xwendekar birîndar bûn

Li navçeya Kerkûk Daqoqê, lehiya ji ber ba û baranê rabû, dibistanek hilweşand û xisar li gelek malan kir. Di karesatê de 9 xwendekar birîndar bûn.

Li navçeya Kerkûk Daqoqê, lehiya ji ber ba û baranê rabû, dibistanek hilweşand û xisar li gelek malan kir. Di karesatê de 9 xwendekar birîndar bûn.

Berpirsyarê Komîteyê Daqoqê Îdrîs Hecî Elî der barê mijarê de daxuyaniyek da çapemeniyê û anî ziman, li navçeyê û derdora wê ji ber baranê xisar li gelek xaniyan bûye.

Elî da xuyakirin, ku di dema perwerdeyê de dibistanek xera bûye, 2 jê giran 9 xwendekarên di binê xirbe de man e birîndar bûne.

Xwendekarên birîndar li navendên tenduristiyê tên dermankirin. Hat ragihandin ku ba û baranê xisareke mezin li erdê çandiniyê jî kiriye.