Li Cûdî di êrîşa tankan de şewata daristanê

Li Cûdî di êrîşa tankan de şewata daristanê

Di encama topbarana li dijî çiyayê Cûdî yê di sînorê bajarê Şirnexê de yên ji demjimêrên şevê ve agir bi daristanên herêma Hîsar, Çaglayan û Tuşîmyanê ketin.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, di demjimêrên şevê yên Înê de ji yekîneyên tankê yên Tabûra Hîsarê li dijî herêmên Hîsar, Çaglayan û Tuşîmyanê yên Çiyayê Cûdî hatine topbaran kirin.

Di encama topbarana çiyayê Cûdî de ji gelek herêman dukêl radibe. Şewata ku derketî ji Cizîr, Silopî û Şirnexê jî tê dîtin.