Şevê din li navenda Colemêrgê 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê, xwpêşandan hatin lidarxistin, piştî ku polîsan êrîşê xwepêşandanê kirin, pevçûn rû dan. Pevçûn belavê hemû kolanên bajêr bû û hema bêje kolan veguherî qada şer.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin,xwepêşandana yekem li ser rêya Çevreyê seat di 22.00 de dest pê kir. Ciwanan li ser rê bend danîn û agir vê xistin. Ciwana dirûşimên “Bijî Serok Apo” û “ Bijî PKK” qêriyan û polîsan bi bombeyên gaze êrîş kirin, ciwanan jî bi molotof û keviran bersiv da êrîşa polîsan.
Pevçûnên li kolanên bajêr belav bûn, heta derengiya şevê berdewam kirin.