Li Colemêrgê biboneya pêngava salvegera 15’ê Tebaxê îşev jî xwepêşandana dom kir. Di navbera xwepêşandêr û polîsan de pevçûn derketin, hate ragihandin ku wesayîtek zirxî bigiştî şewitî.
Li gorî agahiyan, di du şevên dawî de ciwanên Kurd yên li ber avahiya Rektor ya li ser rêya Çevreyê kom dibûn, dîsan li heman noqteyê kombûn û xwepêşandan pêkanîn. Di navbera xwepêşandanên barîkat danîn û polîsên Tirk de pevçûn derketin, polîsan gelek bombeyên gazê bikaranîn.
Wesayîta zirxî ya polîsan bo hedefa molotofên ciwana û agir pêket, agir ji aliyê wesayîtên ava şit ya polîsan ve hate vemirandin.