Li taxa Keklikpinarê ya Colemêrgê teqîn pêk hat.
Hate zanîn ku şevê din di demjimêr 23.00'an de li taxa Keklikpinarê ya li ser rêya Wan û Colemêrgê teqîn pêk hat. Di qetînê de tirsek gelek mezin li derdorê çêbû. Polîsên Colemêrgê pîştî teqînê hatin cihê bûyerê û lêkolîn pêk anîn. Piştî teqînê heta demekê rêya Wan û Colemêrgê ji trafîkê re hate girtin. Di teqînê de tiştek bi kesî nehat.