Li Colemêrgê esnafan bi boneya protestokirina kongreya AKP'ê ya bajêr derabeyên xwe venekirin.
Li Colemêrgê 2 roj berê li navenda Colemêrgê belavokên bi îmzeya rêxistina Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) hatibû belavkirin û BDP bang li gel kiribû ku kongreya AKP'ê ya bajêr şermezar bikin. Ji bilî firin û eczaneyan hemû esnafên li Colemêrgê ji bo şermezarkirina kongreya AKP'ê ku dê îro pêk bê, derabe xwe venekirin.