Li navçeya Gever a Colemêrgê di navbera leşkerên ku derketibûn operasyonê û gerîlayan de pevçûne çêbû. Di encama pêvçûnê de leşkerek mir.
Li gorî agahiyên ku hatiye bidestxistin, vê sibê di navbera leşkerên ku li çoltera Gundê Dîrbîsan a navbera Gever û Bajêrgehê derketibûn operasyonê û gerîlayan pêvçûn rû da. Di encama pêvçûnê de leşkerê bi navê Tûncan Can ku ji Elbîstan a Mereşê ye mir. Hate zanîn ku piştî pêvçûnê operasyon hatiye berfirehkirin.