Li Colemêrgê li dijî wesayîta tîma taybet êrîşa bombeyî

Li Colemêrgê li dijî wesayîta tîma taybet êrîşa bombeyî

Li Colemêrgê di dema derbazbûna wesayîtekî tîma taybet de teqemeniya ku li rexa rê hatibû bicih kirin bi dengek mezin teqiya. Li rexmê ku rayedarên Tirk ragihandin ku di bûyerê de tu kes birîndar ne bûye jî, hat ragihandin ku ambûlans şandine cihê bûyerê.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li ser rêya Baykoy ku 5 kîlometreyan dûrî navend Colemêrgê ye dema ku polîsên tîmên taybet bi wesayîta zirxî derbaz dibûn, teqemeniya ku li rexa rê hatibû bicih kirin bi dengek mezin teqiya. Hat ragihandin ku, di teqînê de mirî yan jî birîndar çênebûne. Li gorî hinek çavkaniyan 3 polîs birîndar bûne. Piştî ku bûyer hate bihîstin, gelek ambûlans şandin cihê bûyerê.

Bûyera ku di demjimêr 23.30’an de rû da, hat ragihandin ku, piştî demjimêrekê wesayîta rastî êrîşa bombeyî hatî anîn bajar.