Hat zanîn ku ji bo gundên navçeya Gevera Colemêrgê di 9-10'ê Hezîranê bên valakirin keyayên gundên ser sînor hatine hişyarkirin. Hat ragihandin ku herêmên navborî dê ji aliyê qereqolên gundên Vargeniman û Sinevayê ve dê bên bombebarankirin.
Hat zanîn ku qereqolên li gundên Geverê yên ser sînorê Îranê ji bo zozan bên valakirin keyayên gundan hişyar kirine. Hat ragihandin ku qereqola Vargenimanê ji keyayan re ragihandiye ku di 9-10'ê Hezîranê de herêm dê bê bombebaran kirin lewma xwestiye ku gundî ji zozanan derkevin. Hat hînbûn ku zozanên li ser sînor Navşiyan, Çîmen, Odemîş, Sipîriz, robara Şunziyaretê, girê Alunan, girê Şepa Sirt û herêma Astenga Reş dê bê bombebaran kirin lewma xwestin ku herêmên navborî di dîrokên hatine diyarkirin de bên valakirin.
Hat ragihandin ku herêmên stratejîk ên navborî dê ji aliyê qereqolên Vargeniman û Sinevayê ve dê bên bombebarankirin.
Piştî ku keyayan gundiyên diçin zozanan hişyar kirin şêniyên gundên ser sînor dîsa ji zozanan daketin.