Li Colemêrgê ji 16 kesên ku hatin binçavkirin û sewqî Dadgeha Wanê hatin kirin jê 7 siyasetmedarên Kurd bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin.
Li Colemêrgê di 11'ê Hezîranê de polîsan di serdegirtina malan de 16 kes binçavkirin. 16 kesên hatin binçavkirin sewqî dozgeriya Wanê hatin kirin. 16 kesên ku di nav de nûçegihanê ajansa DÎHA'yê Hamza Gunduz jî heyî piştî li dozgeriyê îfade dan Hamza Gunduz Elif Yayan, reveberê MEYA-DER'ê Kamîl Yaşar û sekreterê Şaxa ÎHD'ê Seîd Çaglayan serbest hatin berdan.
Serokê BDP'ê Seîd Gezer, Rêveberê BDP'ê Lokman Abi, Şukru Taşma, Endamê meclisê Lokman Pala û Şaban Alkan, û endamê meclîsa giştî Ahmet Korkmaz, endama meclîsa BDP'ê Medine Duran û endama BDP'ê Îsmet Çetinkaya, Necman Oner, Daveti Tan, Cemîl Akış û Hekim Kaya bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 12 kesên bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Nobedar hatin kirin.
Endamê Meclîsa Şaredariyê Lokman Pala, Şukru Taşma, Şaban Alkan, Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar Ahmet Korkmaz, BDP'î Îsmet Çetinkaya serbest hatin berdan û Endama Meclîsa BDP'ê Medine Duran, Wekîlê Serokê BDP'ê Sait Gezer, Rêveberên BDP'ê Hekim Kaya, Lokman Abî, Daveti Tan, Cemil Akiş û Necman Oner bi îdîaya "Endamên Rêxistinê ne" hatin girtin û şandin girtîgeha Wanê.