Li Colemêrgê êrîşî komeleya cemaetê kirin

Li Colemêrgê êrîşî komeleya cemaetê kirin

Hinek kesên nasnameya wan nediyar êrîşî Komeleya Jinan ya Nîl ku tê gotin aydî Cemaeta Fethullah Gulen ya li navenda Colemêrgê kirin.

Li gorî agahiyan, kesên nasnameya wan nediyar di demjimêrên dereng yên şevê de ketin Komeleya Jinan ya Nîl ya li ser rêya Mûsa Anter. Piştî ku derî û camên komeleyê şikandin ketin hundir û alavên komeleyê serûbin kirin. Komeleya ku tê gotin ya aydî Cemaeta Gulene beriya sê rojan jî bombeya deng avêtibûnê.