Li Colemêrgê di xwepêşandana 15’ê Tebaxê de pevçûn

Li Colemêrgê di xwepêşandana 15’ê Tebaxê de pevçûn

Li Colemrêgê bi boneya 15’ê Tebaxê bi hezaran kes li ber avahiya Şaredariyê kom bûn û dirûşimên dilsoziya bi Ocalan re gotin. Polîsan êrîşê bi hezaran kesên kom bibûn kir û di encamê de pevçû rû da.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bi hezaran kes li ser Cadeya Bulvar a di navbera Şaredariya Colemêrg û Rektoriyê de kom bûn, dirûşimên dilsoziya bi PKK û Ocalan re gotin û 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Polîsan êrîşê pîrozbahiyê kir, girseyê jî bi kevir û molotofan bersiv da êrîşa polîsan.

Di encama pevçûnê de zarokek birîndar bû û wesayîtek a polîsan hate şewitandin.