Li navenda Colemêrgêbi boneya 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê xwepêşandan hat lidarxistin. Di navbera xwepêşandêr û polîsên Tirk de pevçûn qewimî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, gelek ciwan li ser Rêya Çevreyê kom bûn û heta ber Avahiya Rektoriya Zanîngehê dirûşim qêriyan. Xwepêşandêran molotof avêtin avahiyê û ATM’yê texrîb kirin.
Piştî ku polîs hatin cihê bûyerê pevçûn qewimî. Polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin di wê demê de teqîneke mezin li pişt avahiya Şaredariya Colemêrgê pêk hat.
Der barê sedema teqînê de heta niha tu daxuyaniyek nehatiye dayîn.