Li Colemêrgê 9 kes serbest hatin berdan

Li Colemêrgê 9 kes serbest hatin berdan

Îdîanameya der heqê 22 BDP'iyên di sala 2011'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê hatin binçavkirin û girtin ji aliyê dadgehê ve hate qebulkirin. Piştî îdîaname hate qebulkirin biryara 9 kesan a tahliyeyê hate dayîn.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di adara 2011'an de di serdagirtinan de Serokê BDP'a navçeyê yê wê demê Husnu Bulgan, Serokê BDP'ê yê navçeyê yê berê Vahît Şahînoglu û Serokê BDP'ê yê navçeyê yê ber Şahabettîn Tamur ê ku ji ber nexweşiya pençe şerê demek berê jiyana xwe ji dest da jî di nav de 22 kes hatibûn binçavkirin û jê 20 hatibûn girtin. Îdîanameya der heqê 22 kesan de hate amadekirin bi dawî bû. Îdîanameya ji aliyê dozgeriyê ve hate amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ve hate qebulkirin. Heyeta dadgehê li ser îdîanameya hate amadekirin û delîlên di dosyayê de xebatkarên Rêxistina BDP'ê yên Geverê Metîn Yaşar, Yilmaz Guneylî, Remziye Yaşar, Songul Ogmen, Abdulmenaf Duzencî, endamên Meclîsa Şaredariyê Emîn Seven, Abdulkerîm Akdogan, Nahîde Yildiz û Xebatkarê Akademiya Siyasetê ya BDP'ê ya Geverê Yilmaz Gozyan serbest hatin berdan. Yemîn rûniştina dozê dê di 31'ê tîrmehê de pêk bê.