Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê şer û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama çalakiya gerîlayên jin ên YJA-STAR’ê ya li Geverê pêk hat de 8 leşker hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Miksa Wanê 2 çawişên pispor û 2 cerdevan, û li Şemizînanê jî 2 leşker hatin kuştin.
Li Bakûrê Kurdistanê li aliyekê her ku diçe çalakiyên gerîlayan berfireh dibe, li aliyê din jî pevçûnên dijwar diqeqimin. Di encama van şer û pevçûnan de li Colemêrg û Wanê herî kêm 12 leşker û 2 cerdevan hatin kuştin. Di çalakiya YJA-Starê ya li Geverê de herî kêm 8 leşker hatin kuştin.
JI YJASTAR ÇALAKÎ: 8 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê çalakiya gerîlayên jin ên YJA-Starê de jî got; “Di 10'ê Tîrmehê de di saet 12.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî herêma Oramarê di navbera leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestiye li dijî Girê Şehîd Rehîme operasyonê lidarbixe û gerîlayên me yê YJAStarê pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna 2 saetan berdewam kirî de 8 leşkerên dijmin ji hatine kuştin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.”
LI ŞEMIZÎNAN 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn; “Di 9'ê Tîrmehê de di saet 09.30'an de li Colemergê di navbera navçeyên Colemerg û Şemzînanê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker hatine kuştin, wesayiteke zirxî ya akrep jî derbe xwariye. Operasyona di saet 11.00'an de hate berfirehkirn di saet 17.00'an de paş de vekişiyaye.”
LI SER RÊYA ERZÎNGAN-DÊRSIMÊ KONTROLA NASNAMEYAN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di 9'ê Tîrmehê de di navbera saet 19.00-20.30'an de li ser riya Dersim-Erzinganê li derdora Tevneşê ji aliyê gerîlayan ve rê hatiye kontrolkirin û got; “Di wesayitên hatiye rawestîn de nasname hatine kontrolkirin û di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn. Di 10'ê Tîrmehê de heta saet 08.00'an riya girtî maye, ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî Tevneşa bi ser navendê ve û herêmên Hakîs û Hingirvana bi ser Qisleyê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 10'ê Tîrmehê de di navbera saet 19.00-20.30'an de li ser riya Dersim-Erzinganê li derdora Kozmerik ji aliyê gerîlayên jin ên YJAStarê rê hatiye kontrolkirin û ev agahî hatin dayîn; “Di wesayitên hatiye rawestîn de nasname hatine kontrolkirin û di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn.Riya heta dotira rojê girtî maye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi daxistinan hatiye vekirin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku ji 9'ê Tîrmehê û vir ve li Dersimê li dijî herêmên Harçik, Rojdere û Kirmizidagê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi navber bi helîkopterên kobrayan tê bombekirin.
LI LICÊ ÇALAKÎ
HGP’ê got; “Di 10'ê Tîrmehê de di saet 21.30'an de li navçeya Lîceya Amedê li dijî Fermandariya Tûgayê û Girê Guvenlikê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
LI MIKSÊ 2 ÇAWIŞÊN PISPOR, 2 CERDEVAN HATIN KUŞTIN
Di 6'ê Tîrmehê de di saet 20.30'an de li navçeya Miksa Wanê di navbera yekîneyên kontra û gerîlayên me ve pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna heta saet 00.30'an berdewam kirî de rêhevalê me heta guleya xwe ya dawî li ber xwe daye û bombeya xwe di xwe de teqandiye û gihîştiye şahadetê. Di encama vê pevçûna heval Dijwar (Hasan Algor) şehîd ketî de 2 çawuşên pispor, 2 cerdewan bi giştî 4 dijmin hate kuştin, çawuşeke pispor jî birîndar bûye.
LI BAZÎD Û GIYADÎNÊ KEMÎN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got ku di navbera navçeyên Bazîd û Giyadîna Agiriyê li dijî Çiyayê Tendurekê û navçeya Qaxizmana Qersê li herêma Çemçê ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi yekîneyên veşartî kemîn tên vedan.