Li Colemêrg û Bazîdê terora AKP'ê: 1 jê rojnamevan 28 binçavî

Li Colemêrg û Bazîdê terora AKP'ê: 1 jê rojnamevan 28 binçavî

Piştî li Wanê 3 jê şaredar bi giştî 10 BDP’yî hatin girtin, îro jî li Colemêrg û Bazîd a Agiriyê serdegirtina malan pêk hatin û tevî nûçegîhanê Ajansa DÎHA’yê yê Colemêrgê Hamza Gunduz û wekîlê şaredarê Bazidê Alî Sogut jî hebû gelek kes hatin binaçvkirin.

Li Colemêrgê duh bi şev saet di 03.00’an de polîsan li taxên cuda bi ser malan de girt. Mal yek bi yek ji aliyê polîsan ve hatin lêgerîn. Tevî Nûçegîhanê DÎHA’yê Hamza Gunduz, nûnerê MEYA-DER’ê Kamîl Yaşar, endamê BDP’ê Şukru Taşma û Hekîm Kaya 16 kes hatin binçavkirin. Li mala rojnameger Gunduz arşîva wî, kompîtûr û nîşeyên nûçeyan hatin desteserkirin. 16 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan.

Li navçeya Bazidê ya Agiriyê jî li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin di serdegirtina malan de herî mê 12 kes hatin binçavkirin. Nûnerên TUHAD-FED Ahmet Kaya, Fatma Oral, Bişar Ekrem, wekîlê şaredarê Bazidê Alî Sogut, endamên meclisa şaredariya Bazidê Îbrahîm Demîrden, Reşît Saruhan, xebatkarê şardariyê Yusuf Sogut, Yusuf Akkuş, Fîgen can, Yakup Guven, Resul Keskîn, Îmam Resul Înak hatin binçavkirin. Operasyona kul i navçeyê didome, fikara ku hejmara zêde be zêde dike.