Li Cizîrê zarokekî din birîndar bû; yên birîndaran radikin rastî êrîşê tên
Li Cizîrê, di encama teqîna topa hawanê ya ji gundên derdorê hat avêtin de, Îdrîs Ustun ê 15 salî birîndar bû.

Hêzên dewleta Tirk ji gundên derdorê jî topan diavêjin navenda navçeya Şirnex Cizîrê. Ji ber teqîna yek ji van topan, li taxa Cûdî zarokê bi navê Îdrîs Ustun ê 15 salî birîndar bû. Ustun bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
YÊN BIRÎNDARAN RAKIRIN RASTÎ ÊRÎŞÊ TÊN
Leşker û polîsên Tirk her wiha guleyan li gelê diçin taxan û hewl didin cenazeyan û birîndaran rakin, direşînin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin, ku mirovên cenaze û birîndaran radikin tên binçavkirin û anî ziman ku destûr nayê dayîn ambûlans bikevin nava taxan. Sariyildiz da zanîn ku ambûlans li qereqola polîsan a li nêvî avahiya hikûmetê ya li Cizîrê tên sekinandin û got, "Endamê Meclîsa Partiyê yê DBP'ê, ji ber ku Îdrîs Ustun ê birîndar rakir, hat binçavkirin. Hevşaredarê me û ez em bi hev re diçin û birîndaran radikin."
Danê sibehê jî ji ber teqîna topa hawanê li taxa Sûrê Mahsûm Îcuz birîndar bûbû û di encama hewldanên Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz de ew sewqî nexweşxaneyê hatibû kirin.