Li Cizîrê zarokekî din birîndar bû, ji zarokekî din ê birîndar jî ev 4 roj in agahî nîne

Li Cizîrê, Huseyîn Paksoy ê 16 salî ku berî 4 rojan birîndar bû û ji ber êrîşên dewletê nikarî sewqî nexweşxaneyê bê kirin, hînê agahî jê nîne. Zarokekî din ê bi navê Mahsûm Îcuz jî ji ber êrîşan bi giranî birîndar bû.

Li Cizîrê, Huseyîn Paksoy ê 16 salî ku berî 4 rojan birîndar bû û ji ber êrîşên dewletê nikarî sewqî nexweşxaneyê bê kirin, hînê agahî jê nîne. Zarokekî din ê bi navê Mahsûm Îcuz jî ji ber êrîşan bi giranî birîndar bû. Wekîlê HDP'yî Faysal Sariyildiz ê ku duh bi şev cenazeyê Mehmet Ridvan Kaymaz rakir, da xuyakirin ku li taxan birîndarên ew nikarin xwe bigihînin wan hene.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, ev 36 roj in êrîş bi dijwarî dewam dikin. Huseyîn Paksoy ê 16 salî ku berî 4 rojan li taxa Nûrê birîndar bû û ji ber êrîşên dewletê nikarî sewqî nexweşxaneyê bê kirin, hînê agahî jê nîne. Ji ber ku destûr nayê dayîn mirov bikevin nava taxê, nayê zanîn bê Paksoy dijî yan na.

ZAROKEKÎ DIN BIRÎNDAR BÛ

Li taxa Şahê jî, ji ber êrîşa bi tank û hawanan zarokekî bi navê Mahsûm Îcuz birîndar bû. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz Îcuz rakir û bir Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Sariyildiz diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Îcuz giran e û anî ziman, ku li taxê gelek birîndar hene lê ji ber êrîşan ew nikarin xwe bigihînin wan.

CENAZEYÊ KAYMAZ HAT RAKIRIN

Li taxa Sûrê jî ku êrîş lê giran e, cenazeyê Mehmet Ridvan Kaymaz ê duh bi şev dema êm dida heywanên xwe hat qetilkirin, ji aliyê gel ve hat rakirin û birin nexweşxaneyê.

Êrîşên tank, top û maşînên zirxî yên li hemberî taxên Nûr, Cûdî û Sûrê dewam dikin.