Li Cizîrê xanî tên xerakirin

Li taxa Nûrê ya Cizîrê, hêzên dewleta Tirk bi maşînên zirxî xaniyan xera dikin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî êrîşên qirkirinê yên 79 rojan dewam kirin, bi hezaran mal û kargeh ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xerakirin. Îro danê sibehê jî di çarçoveya biryara "îstimlaqkirinê" de li Taxa Nûrê bi 4 wesayîtên zirxî ve 3 kepçeyan hêzên dewleta Tirk ketin ketin nava taxê. Kepçeyên ketin taxê avahiyên li kolana Kolamî ya nêzî kargeha ard hildiweşînin.

Tevî ku malbat nerazîbû nîşan didin jî, hêzên dewleta Tirk malên welatiyan xera dikin.