Li Cizîrê polîsan êrîşî esnafan kirin
Polîsan li Cizîrê bi bombeyên gazê dikan li esnafan dan girtin.
Polîsan li Cizîrê bi bombeyên gazê dikan li esnafan dan girtin.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê bê ku ti bûyer biqewimin polîs hatin ser reyaya Orhan Dogan û ji wesayîtên zirxî bombeyên gazê avêtin derdorê. Piştî ku polîsan gaz avêt, dikandarên li ser rêya Orhan Dogan neçar man ku dikanên xwe bigirin. Hate dîtin ku dema polîsan gaz li derdorê dibarandin esnafan li dijî polîsan nerazîbûn nîşan dan.
Ji ber bikaranîna gaza zêdê, gelek welatî bandor bûn û bêhna gelek welatiyan ji bombeyên gazê teng bû.