Li Cizîrê polîs êrîşê xwepêşandanê kir

Li Cizîrê polîs êrîşê xwepêşandanê kir

Li navçeya Cizîra Şirnexê gelek ciwanên Kurd di saetên êvarê de li ser Cadeya Îdilê rê li trafîkê girtin û xwepêşandan li dar xistin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bi sedanên ciwanên Kurd li Cizîrê li ser Cadeya Îdîlê li hev kom bûn û rê li trafîkê girtin. Ciwanan hin kargeh dan ber keviran, polîsan bi gaza îsotê û ava şid êrîşê ciwanan kir. Ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv da êrîşa polîsan.

Bûyer heta derengiya şevê berdewam kirin