Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di êrîşa li dijî Fermandariya Tabûra Tank û Garnîznonê pêk hat de, teqînek mezin rû da. Li gorî agahiyan, di teqîna şevê din pêk hat de kuşt an jî birîndar çênebûn. Piştî teqînê navçe ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.
Şevê din di navbera demjimêr di 21.00 ile 22.00 de li dijî Fermandariya Tabûra Tank û Garnîznonê ya li taxa Nûr a navçeya Cizîrê ji aliyê hin kesên nenas ve êrîşek bombeyî pêk hat. Di encama teqînê de kuştî an jî birîndar çênebûn, lê di êrîşê de teqînek mezin pêk hat. Piştî teqînê polîsan navçeyê dorpêç kir û her kuçe û kolanên Cizîrê da ber bombeyên gazê.
Nehat zanîn kes ji ber teqînê hatiye binçavkirin an na.