Şevê din, bombeya deng avêtin Fermandariya Garnîzo ya li navçeya Cizîra Şirnexê.
Teqînê şevê din demjimêr di 23.30 de li ber fermandariya li taxa Nûr a Cizîrê pêk hat. Di encamê de bombe bi dengek mezin teqiya. Hat diyarkirin ku di teqînê de wendahiyên can û birîndar çênebûne.