Li Cizîrê ji ber êrîşan birîndar nikarin werin rakirin

Li navçeya Şirnex Cizîrê, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê û berxwedana gel a li hemberî van êrîşan di roja 37. de dewam dikin.

Berxwedana Cizîra Botan a li dijî êrîşên qirkirinê, di roja 37. de ye. Orhan Tûnç (20) ê li Taxa Cûdî dimîne, ji bo dîtina kekê xwe Mehmet Tûnç ê 5 roj in agahî jê nîne derket derve, lê li kolan Omer Hayyam bi guleya polîsan birîndar bû. Hêzên dewletê destûrê nadin ku gel Orhan Tûnç ê birîndar rake nexweşxaneyê. Ji ber gulereşandinê, ambûlansa Şaredariya Cizîrê jî nikare xwe bigihîne taxê.

Di vê navberê de ji girên li pêşberî navçeyê û ji gundên li derdorê, bi tank û hawanan êrîş li hemberî navenda navçeyê tên kirin. Yek ji topa hawanê li maleke li taxa Cûdî ket û li vê malê şewat derket. Ji bo vemirandina şewata li vê malê, ku sivîl lê asê bûne, ekîbên arkujiyê yên Şaredariya Cizîrê ketin nava taxê.

CENAZEYÊ KAPLAN NIKARE WERE RAKIRIN

Cenazeyê Mehmet Kaplan ê berî du rojan li taxa Cûdî ji ber êrîşa hêzên dewletê bi guleya li serî ketî jiyana xwe ji dest da, ji ber êrîşên dijwar nikare ji cihê lê hatiye qetilkirin bê rakirin.

JI BO PAKSOY WÊ TEŞXÎSA CENAZE BÊ KIRIN

Ji bo teşxîskirina cenazeyekî duh rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, tê payîn malbata Huseyîn Paksoy biçe nexweşxaneyê. Paksoy ê 16 salî di 14'ê Çileyê de birîndar bûbû û ji ber astnengiya hêzên dewletê 4 rojan bi birîndarî li taxê mabû. Ji bo Paksoy Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara tedbîrê wergirtibû.

Êrîşên bi tank û çekên giran ên li hemberî taxên Cûdî, Nûr, Sûr û Dagkapi, ji duh bi şev û vir ve bê navber dewam dikin.