Li Cizîrê di protestoya tecrîdê de pevçûn

Li Cizîrê di protestoya tecrîdê de pevçûn

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê koma ku bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser kolana Hezexê kom bûn û rê li trafîkê girtin, rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê hatin. Komê jî bi fîşekên hewayî bersîv da û polîsan xwe paşve kişandin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê koma ku operasyonên siyasî û leşkerî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bi meşekê şermnezar kir, rastî êrîşa polîsan hat.

Koma ku li Kolana Hezexê kom bûn, rê û kolan li trafîke girtin û çalakî pêk anîn. Koma ku şevê din li taxên Nûr û Cûdî kom bûn, bi starên "gerîla" meşiyan û çalakî pêk anîn.

Komê bê navber dirûşimên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" û "Li çiyê negere, Apocî li her derê ne" berz kirin. Girseya ku çalakî pêk anîn rastî mudaxaleya polîsan a bi ava şit û bombeyên gazê hat. Komê jî fîşekên hewayî avêtin û bersîv dan polîsan. Piştî komê jî bersîv da polîsan polîs bi paşve kişiyan. Çalakiyê heta derengê şevê berdewam kir.