Li Cizîrê bavê 3 zarokan Kaplan hat qetilkirin

Di terora dewletê ya li Cizîrê de bavê 3 zarokan Mehmet Kaplan bi guleya li serî ketî, hat qetilkirin. Rewşa zarokê bi navê Huseyîn Paksoy ê piştî 4 rojan rakirin nexweşxaneyê, tê gotin ku xetere ye.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, hejmara mirovên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tên qetilkirin, her zêde dibe. Herî dawî li kolana Omer Hayyam a Taxa Cûdî, bavê 3 zarokan Mehmet Kaplan (35) ji ber guleya hêzên dewletê ya li serê wî ket, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kaplan, ji ber êrîşan hînê li taxê ye.

Zarokê bi navê Huseyîn Paksos (16) ê ku li taxa Nûrê birîndar bû û ji ber astengiya hêzên dewleta Tirk ambûlansê ev 4 roj in nikarîbû biçe taxê, îro ambûlansa Şaredariya Cizîrê çû ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Paksoy xetere ye.

...