Li Cizîrê asfalt heliya, germahî gihişt 55’ê

Li Cizîrê asfalt heliya, germahî gihişt 55’ê

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku weke herêma herî germ a Bakûrê Kurdistanê tê zanîn, pileya germahiyê li ber siyê gihişt 43 û li ber tavê jî gihişt 55’ê. Bijîşkan ji ber germahiyê welatiyan hişyar kirin û gelê Cizîrê berê xwe da Çemê Dîcleyê.

Li germtirîn herêma Bakûr Kurdistanê, ango Cizîra Botan pileya germahiyê gihişt 55’ê. Li navçeya Cizîrê pileya germahiyê li ber siyê 43 û li ber tavê jî 55 e.

Ji ber germahiya zêde li navçeyê di nîva rojê de kolan vala bûn û asfalta rêya bejahî ya diçe Deriyê Xabûr ê Sînor heliya.

Zarokê Cizîrê jî ji bo ji germahiyê rizgar bibin berê xwedan Çemê Dîcleyê. Bijîşkan bang li welatiyan kir ku bi taybet zarok di demjimêr 12:00-14.00 de dernekevin derve.