Hat ragihandin ku, li çiyayê Tendurekê ku di sînorê Agiriyê de ye îro di navbera leşkerên artêşa Tirk û gêrîlayên HPG’ê de şer derket.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, di navbera tîmên taybet yên cendirme û gêrîlayên HPG’ê de li çiyayê Tendurekê şer derketiye. Hat ragihandin ku, hêjmarek mezin leşker sewqî herêma şer ku hêjan didome kirin, her wiha di derbarê encamê şer de hêjan agahî nehatine girtin.