Li Çiyayê Katoyê pevçûnên dijwar

Li Çiyayê Katoyê pevçûnên dijwar

Li qontara çiyayê Kato yê navçeya Elkê ya Şirnexê piştî operasyona leşkerî hate destpêkirin, di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkeran de pevçûnên dijwar rû da.

Li herêma Çiyayê Kato yê Elkê ya Şirnexê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Piştî operasyona leşkerî di navbera gerîlayan û leşkerên Tirk ku derketibûn operasyonê de pevçûn rû da. Hate zanîn ku li qontara çiyayê Kato, Marunîs bejahiya Jirkayê şevê din operasyona leşkerî hate destpêkirin. Piştî ku duh êvarî operasyona hate destpêkirin, serê sibê saet di 05.00'an de pevçûn qewimî. Der barê kuştin û birîndaran de tu agahî nehatiye dayîn. Hate diyarkirin ku li herêmê guleyên hewan û obusan tê avêtin û pevçûn bi awayekî dijwar didome.