Di demjimêrên danê sibê de, li Çiyayê Kato yê li navçeya Elkê ya Şirnexê operasyona leşkerî hat destpêkirin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî dane, ji bejahiya gundên Sektar, Gezmex û Germavê yên navçeya Elkê ber bi çiyayê Katoyê ve operasyona leşkerî hat destpêkirin. Hat diyarkirin ku gelek cerdevan û tîmên taybet jî beşdarî operasyonê bûn. Li herêmê liv û tevgera zêde ya helîkopeteran heye.