Operasyona li hemberî Çiyayê Kato ya li Bêşebaba Şirnexê didome. Ji aliyê din hate zanîn ku, li Çiyayê Kupelî şewat derketiye.
Li gorî agahiyên ku hatiye dest xistin li bejahiyên Kato, Marunîs û Kato Jîrka ya Bêşebaba Şirnexê de operasyonên ku hefteyeke destpêkirine didomin. Hate zanîn ku di operasyonên ku gelek leşker û cerdevan tevlî dibin de tevgerên helîkopteran jî zêde bûne.
LI ÇIYAYÊ KUPELIYÊ DARISTAN TÊN ŞEWITANDIN !
Li Çiyayê Kupelî ya Şirnexê şewat derket. Şewata ku nayê zanîn ji ber çi derketiye hîn jî didome û hate zanîn ku nêzî Gundê Dera pir dûman derdikeve. Di mehên havînê de bi zêdebûna operasyonên leşkerî şewatên daristanan jî zêde bûn. Pêr jî piştî operasyona li Çiyayê Cûdî daristan şewitîbûn.