Hate zanîn ku li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê operasyonekî nû ku leşkerên tîmên tabet jî beşdar dibin, hatiye destpêkirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatiye bidestxistin tîmên taybet û gelek leşker sewqî bejahiya nêzî gundên Babaga, Şemga û Xinis hatine kirin. Ji aliyê din hate ragihandin ku, leşkeran gundî hişyar kirine ku neçin herêma Çiyayê Cûdiyê. Her wiha hate destnîşan kirin ku tankên girêdayî Tabûra Hîsarê li ser girên bilind bi cih kirine.