Li çiyayan pîrozbahiya 15’ê Tebaxê

Li çiyayan pîrozbahiya 15’ê Tebaxê

Bi wesîleya 28’emîn salvgera 15’ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê (HPM) merasîmek pêk hat. Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sulbus Perî di merasîmê de axivî û diyar kir ku pêvgava 15’ê Tebaxê ku bi pêşengtiya fermandarê mezin Egîd pêk hat de, îfadeya biryarbûna azadiya dîroka Kurdistanê ye.

Endamên Konseya Rêveber a KCK’ê Sulbus Perî û Zekî Şengalî û fermandarê HPG’ê Sadun Suruç di merasîmê de amade bûn. Her wiha gelek gerîla jî tevlî bûn.

Ji bo kesê di têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sulbus Perî axivî û û diyar kir ku pêngava 15’ê Tebaxê ya 28 sal berê pêk hatiye bûye garatniya nasname û azadiya kurdan. Perî wiha pê de çû: “Pêngava li Şemzînan û Dihê hate avêtin îro bi taktîkên cuda û terzeke modern li Şemzînan, Çelê û Erûhê bi serkeftineke mezin pêk tê.

15’Ê TEBAXÊ PÊNGAVA SERKEFTINÊ YE

Perî di axaftina xwe de balkişand ser rola Fermandar Mahsum Korkmaz a di 15’ê Tebaxê de û wiha got: “Heval Mazlum diyareke azadiyê ya mezin da me. 15’ê Tebaxê di dîroka kurdan de bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin. 15’ê Tebaxê pêngava serkefitinê ye. Mahsum Korkmaz û hevalên xwe bi wên pêngava mezin re di dîroka kurdan de aliyekê nû vekiriye. Ev jî hişmendî û biryarbûn e.”

LI KURDISTAN Û HERÊMÊ PÊNGAVÊN DÎROKÎ TÊN AVÊTIN

Perî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li Kurdistan û herêmê pêngavên dîrokî pêk tên û wiha berdewam kir: “Ev pêşketinên li Kurdistanê encama têkoşîna mezin ya bi salan hatiye meşandin e. Îro jî gelê me bedelên mezin ji bo azadiyê dide. Her roj şehîdên me hene. Li kolanan welatiyên me tên qetilkirin. Ev jî ji mezinahiya têkoşînê pêk tê. Tevgera me di salên dawî ne tenê li hemberî dewleta tirk, li hemberî hêzên herêmê, hêzên navneteweyî ku bi salanin piştgiriyê didin dewleta tirk jî têdikoşin.”

Perî li ser pêvajoya ku wekî Bihara Ereban tên binavkirin sekinî û wiha got: “Îro têkoşîna ku gel dimeşîne têkoşîneke rewa ye û li dijî dîktatoran tê dayîn. Têkoşîna gelan têkoşîna azadiyê ye û ji bo daxwazên mafdar tê dayîn. Li di nava xwe de pir belave. Bê rêxistin, bê pêşeng û bê perspektîf in. Dema wisa be jî hêzên navnetewî jî wan li gorî xwe bi rêve dibe.”

AVANTAJ YA KURDANE

Perî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Têkoşîna gelê me wekî duh îro jî bi biryareke mezin didome. îro li herêmê gelê kurd bi rêbazên herî demokratîk û siyaseta herî rast têkoşînê dimeşîne. Bi rêxistinkirine û pêşengê wan heye. Îro gelê herî bi şans û avantaj gelê kurde. Heta niha kurdan ji bo nasname û azadiya xwe têkoşiya. Bedelên giran dan. Lê ji ber pêşengekî wan tunebû her tim wenda kirin. Lê îro rewş ne wisa ye. Kurd îro xwedî îdeolojî û xwedî pêşengin.”

Pitşî axaftinan merasîm bi dawî bû.