Hate zanîn ku di navbera gêrîlayên HPG'ê û leşkeran de li bejahiya Gundê Girane ya girêdayê Bajaroka Rûbaroka Şemzînanê şer qewiye. Piştî şer daristan hatin şewitandin.
Hate zanîn ku di navbera gêrîlayên HPG'ê û leşkeran de li bejahiya Gundê Giranê ya girêdayê Bajaroka Rûbaroka Şemzînanê şer qewiye. Li gorî agahiyan şer berî demjimêrekê deqîqeyan li hêla kûleyê ya qeraqola leşkeran ya li Gundê Giraneyê ya nêzî sînorê Herêma Başûrê Kurdistanê de dest pê kiriye. Ji Gever û Şemzînanê gelek helîkopter û leşker sewqî cihê bûyerê hate kirin. Her wiha gelek ambûlans jî çûn cihê şer.
Ji aliyê din şantiyeya înşeata fîrmayekî Colemêrgî ku karên piran yên Gundê Ziril û Buyukçayê dikir ji aliyê kesên ku nasnameya wan ne diyar şeva din hatiye gulebarankirin. Hat ragihandin ku di dema pevçûnê de agir bi herêmên daristanî ket.
Di encama operasyona li navçeya Çelê ya Colemêrgê hat lidarxistin de di navbera gerîla û artêşa Tirk de pevçûne qewimî. Di encamê de herî kêm çawişek pispor hat kuştin û yek jî birîndar bû. Operasyona li herêmê didome.