Yekîneyên Midûriyeta Polîsan serê sibê bi ser gelek malên endam û rêveberên BDP'ê de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de Serokê BDP'ê Halîs Yurtsever jî di nav de 8 BDP'yî binçav kirin.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Çewlîkê serê sibê bi ser gelek malên rêveberên BDP'ê de girtin. Polîsan di serdegirtinê malan de Serokê BDP'a Çewlîkê Halis Yurtsever endamê BDP'ê Alî Kılıçgedik jî di navde 8 welatî binçavkirin. 8 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Çewlîkê. Hate zanîn ku ji ber di sala 2011'an de tev li çalakî û daxuyaniyan bûne û bi hinceta li dijî zagona 2911'an derketine hatine binçavkirin.