Li Çewlikê qedexeya walîtiyê hat şermezarkirin
Rêxistina HDP'ê ya Çewlikê biryara Walîtiya Tirk a li Çewlikê ku li bajar çalakî û daxuyanî qedexe kir, şermezar kir.
Rêxistina HDP'ê ya Çewlikê biryara Walîtiya Tirk a li Çewlikê ku li bajar çalakî û daxuyanî qedexe kir, şermezar kir.
Rêxistina HDP'ê ya Çewlikê, bi daxuyaniya li avahiya partiyê biryara Walîtiya Tirk a li Çewlikê ku li bajar çalakî û daxuyanî qedexe kir, şermezar kir. Hevserokê HDP'ê yê Çewlikê Mahmût Bozan di daxuyaniyê de axivî û biryara ku partiya wan li dijî zextan girtiye bi bîr xist û wiha got: "Di çarçoveya biryara çalakiyên bênavber a ku partiya me girtiye de wê her roj çalakiya rûniştinê li ber avahiyê bihata lidarxistin. Lê çalakiya ku me plansaziya wî kiriye ji aliyê walîtîyê heta 13'ê mijdarê hat qedexekirin."
Bozan anî ziman ku ew vê feraseteka qedexekar a ku tehumalî çalakiyên demokratîk nake şermezar dikin.