Duh di demjimêrên şevê de li bejahiya Çewlikê di navbera gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de pevçûn derketiye û hat ragihandin ku di pevçûnê de windahiyên can hene.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li bejahiya gundê Sarigumuş yê Çewlikê duh di demjimêrên dereng yên şevê de pevçûn derketiye. Di pevçûna ku di navbera leşkerên derketine operasyonê û gêrîlayan rû dayî de, hat îdîakirin ku windahiya can çêbûye. Şahidên bûyerê aşkera kirin ku, cenaze birine Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê. Hat hînbûn ku, li herêma pevçûn derketî operasyon didomin.