Li Çewlikê bi hilweşîna yûrdê re 6 karker birîndar bûn

Li Çewlikê bi hilweşîna yûrdê re 6 karker birîndar bûn

Avahiya Yûrt-Kûr ya di nava Qampûsa Zanîngeha Çewlikê de çêkirina wê dewam dike hilweşiya û 6 karker birîndar bûn.

Avahiya Yûrt-Kûr ya Saziya Yûrdên Kredî ya di nava Qampûsa Zanîngeha Çewlikê de çêkirina wê berdewam dikir, hilweşîn pêk hat. Hilweşîna li qata 3'yemîn pêk hat de yek jê giran 6 karker birîndar bûn. Li gor agahiyan, di beşa îdarî ya alê tesîsên civakî de di demjimêr 22.30'an de di dema rijandina beton û girêdana qalib hilweşîn çêbû. Ekîbên îtfaye û tenduristiyê hatin cihê bûyerê û bi alîkariya hemwelatiyên derdorê re 6 karkeran ji bin xerabeyê derxistin.

Karkerên bi navê Nîhat Karakûş (29), Halis Karakûş (28), Adem Karakûş (25), Abdullah Karakûş (31), Paşa Kiliç (47) û Sadûllah Bûlhan (41) ji hêla ekîbên tenduristiyê ve bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê. Malbatên karkeran ên bûyerê bihîstin çûn nexweşxaneyê.

'TEBLE JI NIŞKA VE HILWEŞIYA'

Halîs Karakûş yê di bûyerê de birîndar bû qezayê wiha vegot: "Teble ji nişka ve hilweşiya. Me ne zanî çi çê bû. Em ketin ser hesinan. Bi ketina me ya ser hesinan re em rizgar bûn. Heke em di bin tebleyê de mabûna em dê bimiriban."

Li gor agahiyên pisporên nexweşxaneyê, hate zanîn ku rewşa birîndaran başe û Adem Karakûş bi giranî birîndar bibû, di encama lêkolîn û tetkîkên hatine kirin de, rewşa wî bi başiyê ve diçe.

Nehat zanîn ku, derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpê kirin an na.