Li Çewlik û Licê herî kêm 5 leşker hatin kuştin
Li navçeya Licê ya Amedê û navçeya Kanîreşê ya Çewikê, herî kêm 5 leşkerên Tirk hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn.
Li navçeya Licê ya Amedê û navçeya Kanîreşê ya Çewikê, herî kêm 5 leşkerên Tirk hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn.
Di operasyona artêşa Tirk a li bejahiya navçeya Kanîreşê ya Çewlikê de, şer di navbera leşkerên Tirk û gerîlayan de derket. Di vî şerî de çawişê pispor ê bi navê Kerîm Uye hat kuştin.
Li gorî çavkaniyên Tirk, li navçeya Licê ya Amedê jî 4 leşkerên Tirk hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn.
Der barê mijarê de HPG'ê hê daxuyanî nedaye.