Li Çelê û Şemzînanê şer

Li Çelê û Şemzînanê şer

Li Navçeya Çelê ya Colemêrgê li hemberî 2 yekîneyên leşkerî çalakiya çekdarî hate lidarxistin. Hate zanîn ku, di encama şer de kuştî û birîndar hene û şer didome. Ji aliyê din ve hate hînbûn ku li Navçeya Şemzînanê jî di danê nîvro de şer derketiye.

Li gorî agahiyên ku, hate bidestxistin şeva din li hemberî yekîneyên leşkerî yên di navbera gundên Kavûşak û Işikliyê bi cih bibûn ji aliyê gêrîlayên HPG'ê ve çalakiya çekdarî hatiye lidarxistin. Hate zanîn ku, piştî êrîşê kuştî û birîndar çêbûne û şer li hin cihan didome. Her wiha hate ragihandin ku, ji Colemêrgê helîkopter difirin û diçin herêma bûyerê. Li gorî agahiyan di şer de herî kêm leşkerek hatiye kuştin.

LI ŞEMZÎNANÊ JÎ ŞER DESTPÊ KIR

Hate zanîn ku di navbera gêrîlayên HPG'ê û leşkeran de li bejahiya Gundê Girane ya girêdayê Bajaroka Rûbaroka Şemzînanê şer derketiye. Li gorî agahiyan şer berî 30 deqîqeyan li hêla kûleyê ya qeraqola leşkeran ya li Gundê Giraneyê ya nêzî sînora herêma Başûrê Kurdistanê de destpê kiriye. Ji Gever û Şemzînanê gelek helîkopter û leşker sewqî cihê bûyerê hate kirin. Her wiha gelek ambûlans jî çûn cihê şer.

Ji aliyê din şantiyeya înşeata fîrmayekî Colemêrgî ku karên piran yên Gundê Ziril û Buyukçayê dikir ji aliyê kesên ku nasnameya wan ne diyar şeva din hatiye gulebarankirin