Li navçeya Çelêya Colemêrgê seranserî rojê sînorê herêma Başûrê Kurdistanê hat topbarankirin. Vê şeveqê jî helîkopteran herêm bombebaran kirin.
Yekîneyên leşkerî yên gundê Deştana navçeya Çelêya Colemêrgê ji şevê din heta vê şeveqê sînorê herêma Başûrê Kurdistanê topbaran kirin. Helîkopterên ku vê şeveqê ji tûgaya qomando û çiya ya Colemêrgê rabûn jî heman herêm bombebaran kirin. Hat hînbûn ku herêmên Serlata, Çeman, Tirvaniş û Helve hatiye bombebarankirin.
Operasyona ku du roj berê li herêmê destpêkiriye jî berdewam dike.