Li navçeya Çelê ya Colemêrgê di dema wesayîtekî sivîl derbas dibû de teqînek pêk hat û di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê li ser riya Seresele û Ereşê di dema kamyonekî sivîl derbas dibû de teqînek pêk hat. Di encamê de 3 kes bi awayekî sivik birîndar bûn. Kesên birîndar bûn, li Hekîmtiya Malbatê ya Çelê li ser piyan derman kirin û ji nexweşxaneyê derxistin.