Li Çelê pevçûn: 2 leşker hatin kuştin

Li Çelê pevçûn: 2 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê di daxuyaniya da de ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan a li navçeya Çelê ya Colemêrgê de herî kêm 2 leşker hatine kuştin. HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Dêrsimê çalakiya venêrîna rê pêk anîne û got; “Li vir wesayita serokê berê yên AKP'ê Cîhan Açikgozê bi leşkeran re kar dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê di daxuyaniya weşand de bal kişand ser çalakiyên gerîlayan û operasyonên li Bakûrê Kurdistanê û diyar kir ku di çalakiya di 28’ê hezîranê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê pêk hat de herî kêm 2 leşker hatine kuştin.

LI ÇELÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

HPG’ê got; “Di 28'ê Hezîranê de di saet 18.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li nêzî Qereqola Qarataşê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Di heman rojê ji danê êvarî heta 29'ê Hezîranê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma pevçûnê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”

LI ERZIROMÊ OPERASYON

HPG’ê bal kişand ser operasyona leşkerî ya li Erziromê û ev agahî da; “Di 28'ê Hezîranê de li navçeya Gogsiya Erziromê li dijî Gundên Heştrengê, Kalo, Golê û Radarê Karayaziyê ji aliyê artêşa dagirker operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengî kemîn û keşfê ji aliyê yekîneyên veşartî tê meşandin berdewam dike. “

LI COLEMÊRGÊ BOMBEBARAN

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê got; “Di 29'ê Hezîranê de di navbera saet 16.00-20.00'an de li navçeya Gevera Colemergê di dijî herêmên Şehîd Gafûr, Şehîd Karker, Şetanûs, Satê û Geperê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di navbera saet 19.00-21.00'an de li dijî heman herêmên bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 29'ê Hezîranê de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî Deriyê Bizina, Deriyê Aslan, Deriyê Matê, Dêranê, Deriyê Teng û Zozanê Camêr ê bi ser Cîlo ve ye ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

LI DIJÎ BAŞÛR TOPBARAN

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku di 29'ê Hezîranê de di navbera saet 14.00-18.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Kato Sûlê û Dola Bektorya ya bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

LI DÊRSIMÊ ÇALAKÎYA VENÊRÎNA RÊ

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 29'ê Hezîranê de di navbera Dersimê û navçeya wê Pulurê li nêzî Çemê Aksuyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke rêbirîn û venêrîna nasnameyan hatiye lidarxistin. Li vir wesayita serokê berê yên AKP'ê Cîhan Açikgozê bi leşkeran re kar dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê li dijî herêmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpêkirin herweha rê ji çûn û hatinê re nêzî 3 saetan hatiye girtin.”

SEROKÊ AKP’YÎ SERBEST HAT BERDAN

Her wiha, Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di 12 Gulanê de Serokê Navçeya Pasûra Amedê Veysel Çelîk ê ji aliyê gerîlayan ve hatibû binçavkirin, piştî lêpirsînên wî qediyan serbest hate berdan.