Hat ragihandin ku, li dijî yekîneya leşkerî ya li Girê Gezgîn ya Herêma Işikli ya navçeya Çelê bi hewan û çekên lûleyên dirêj êrîş pêkhat.
Li gorî agahiyên hatine girtin, li dijî Girê Gezgîn yê Herêma Işikli yê di navbera sînorê Başûrê Kurdistanê û navçeya Çelê ya Colemêrgê de bihewan û çekên lûle dirêj êrîş pêkhat. Di êrîşê de agahî nehatin girtin ku ti kes miriye yan birîndar bûye. Hat ragihandin ku li herêmê operasyonekî berfireh hate destpêkirin.