Hat ragihandin ku di encama çalakiya bi hewana a ji aliyê gerîlayan ve li dijî tabûra navçeya Çelê ya Colemêrgê hat lidarxistin de 5 leşker hatin kuştin. Her wiha, artêşa Tirk li herêma Bestayê jî xebatên kontrayî dimeşîne.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya da de diyar kir ku di encama çalakiya gerîlayan a bi hewanan de 5 leşker hatine kuştin. HPG’ê got; “Di 24’ê gulanê deû li navçeya Çelê ya Colemêrgê, ji aliyê gerîlayên me ve li dijî Tabûra Serbestanê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de berikek hewanê li çeperek a dijmin ket û çeper rûxiya.”
HPG’ê got; “ Her wiha di çalakiyê de 5 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin” û wiha domand; “Piştî çalakiyê artêşa dagirker a Tirk xwestiye bi helîkopterên Kobra mudaxele bike, lê ji ber êrîşa gerîlayên me neçar maye paş ve vegere, piştre artêşa dagirker a Tirk herêmê bê ser û ber daye ber obîs û hewnana.”
Her wiha, HPG’ê di berdewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser xebatên kontrayî yên li Bestayê û diyar kir ku ji 22’ê gulanê ve, deverên Rûsor û Navyana Şêx ên herêma Bestayê, yekîneyên veşarî yên ji tîmên taybet û kontra yên “artêşa Tirk a dagirker” keşfê dikin û kemînan dideynin.