Li Çelê 12 kes hatin girtin

Ji kesên li gund û gundikên Çelê hatin binçavkirin 12 kes hatin girtin.

Li gundên Aşût û Gêman û gundikên Zawîte, Minyaniş û Deştan ên navçeya Colemêrg Çelê, "qdexeya derketina derve" dewam dike. Ji 24 kesên duh ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin 18 kes piştî ragirtina li Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê ji bo bên girtin, duh êvarê radestî Edliyeya Çelê hatin kirin. Li dû îfadeya li dozgeriyê Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Abdullah Olmez jî di nav de 6 kes hatin berdan, 12 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgeha dewleta Tirk jî 12 kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê" girt û ew şand Girtîgeha Colemêrgê.

Hat ragihandin, 6 gundî jî hînê li Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê tên ragirtin.

Gund û gundikên navçeyê di bin navê "qedexeyê" ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine dorpêçkirin. Ketin û derketina vê herêmê bi maşînên zirxî hatiye girtin.