Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî, sibe li paytexta Belçîka Brukselê, wê ji bo azadiya Ocalan li Place Schûman cihê saziyên Yekîtiya Ewropayê lê ne, çalakiyekê lidar bixe. Însiyatîfê banga tevlîbûnê li Kurdistaniyên li Belçîka, Hollanda, Fransa û Elmanyayê kir.
Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî, der barê çalakiya ku wê di salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bê lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîr xist, ku di 9'ê Cotmeha 1999'an de komploya navneteweyî ketiye meriyetê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekser hedef hatiye girtin û di vê demê de neçar maye xaka Rojhilata Navîn biterikîne.
Însiyatîfê diyar kir ku, hêzên navneteweyî di herikîna dîrokê de her timî êrîşî nasnameya Kurd kirine û destnîşan kir, ku li ser bingeha parastina nasnameya Kurd Ocalan têkoşîneke mezin a mirovahiyê meşandiye.
Însiyatîfê da zanîn, ku komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, xeleka dawî û ya herî berfireh a komployên di dîroka Kurdistanê de hatine kirin e.
'BI KOMPLOYÊ RE PROJEYA JIYANA AZAD Û YEKÎTIYA GELAN HEDEF HAT GIRTIN'
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku pêvajoya têkoşînê ya 17 salên bihurî, di heman demê de têkoşîna Rêberê Gelê Kurd a ji bo kifşkirina hesabên dîrokî yên hêzên komploker ên li ser Kurdistanê ne û ev xal hat destnîşankirin:
"Rêberê me bi têkoşîna xwe ya li Îmraliyê re, çawaniya komploya hêzên desthilatdar ên bi hesabên berjewendiyan ên DYA, welatên Yekîtiya Ewropa, Îngilîstan, dewleta Tirk, Îsraîl û xeta noker a Kurd, derxistiye holê. Ji aliyê esasî ve ya hedef hatiye girtin, projeya Rêberê me ya ji bo jiyana azad û yekîtiya gelan e. Di şexsê Rêberê me de bi hewldanên tesfiye û tinekirinê re hatiye xwestin, ku gel li hemberî hev bên rakirin û bibin dijminê hev. Di tevahiya rêveçûna komployê de van hêzên desthilatdar, ev armancên xwe neterikandine."
'KONSEPTA ŞER A KOMPLOYÊ DI ROJA ÎRO DE BI DESTÊ DAIŞ'Ê TÊ MEŞANDIN'
Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî da xuyakirin, ku di roja îro de konsepta şer a komployê bi destê DAIŞ'ê li hemberî gelê Kurd û hemû bindestan tê meşandin û got, "Serketina xeta Rêbertiyê û têkoşîna li dijî komployê ya bi salan, xwe di şoreşa Rojava, berxwedana Şengalê û ragihandina xwerêveberiyên gel ên li Bakurê Kurdistanê nîşan dide. Ev têkoşîna mezin a mirovahiyê ya ji rîsk û fedekariyên bêsînor, bi berxwedanên bi heybet re rojane didome."
Însiyatîfê diyar kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo ev berxwedana li Kurdistanê bigihêje aştiyeke watedar, di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de ketiye nava hewldanên awarte û asteke girîng destnîşan kiriye.
'XETA AZADIYÊ LI GELEMPERIYA CÎHANÊ REWA BÛYE'
Însiyatîfê da zanîn, ku tevî her şêwe înkar û siyaseta şer a tinekirinê ya hikûmeta AKP'ê û hêzên komploker ên navneteweyî jî, xeta azadiyê ya Ocalan îro li gelemperiya cîhanê rewa tê dîtin û wiha dewam kir:
"Li hemberî şoreşa Rojava, têkoşîna li dijî terora DAIŞ'ê, encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê û hemû destketiyên din, pêvajo hatiye sabotekirin, ji 4'ê Nîsanê û pê ve hemû têkiliyên bi Rêberê me ve hatine qutkirin û ti agahî jê nayê girtin. Li hemberî vê rewşê, bi berxwedana li her qadê û bi îlana xwerêveberiyên demokratîk ên li Bakurê Kurdistanê re gel vîna xwe nîşan daye. Ragihandina xwerêveberî û berwedana gel dewam dike. Tevî çalakiyên ji bo azadiya Rêberê me, çalakiyên xwedîderketina li berxwedana tê nîşandan jî, di vê pêvajoyê de pêk hatin û wê bidom in."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku weke însiyatîf, wan ji bo çalakiya xeleka ji mirovan a di 9'ê Cotmehê de li Parlamenta Brukselê bê lidarxistin, civînên komîteya amadekariyê lidar xistine û amadekarî temam kirine.
BANGA JI BO TEVLÎBÛNA ÇALAKIYA 9'Ê COTMEHÊ YA LI BRUKSELÊ
Daxuyanî bi vê bangê bi dawî bû:
"Em di rojên dîrokî de ne. Gelê Kurd bi berxwedana xwe ya li çar parçeyên Kurdistanê re komploya navneteweyî careke din pûç dike. Çalakiyên îsal li her qadê werin lidarxistin, wê vegotina vê yekê be. Weke Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, her wiha weke hemû hêzên demokratîk, ji bo em nîşan bidin ku li dijî zilm, zordar û şer in, em careke din li Brukselê bicivin û dengê xwe bilind bikin. Di vê çalakiya bi beşdariya gelê me yê ji Elmanya, Fransa, Hollanda û Belçîkayê were lidarxistin re, em bi xurtî tevlî bibin û careke din li hemberî komployê helwestê nîşan bidin.
Di çalakiyê de, li ser bingeha azadiya Rêberê me em ê daxwazên xwe yên alîgiriya aştiyê bînin ziman. Çalakî wê roja 9'ê Cotmehê saet di 10:00 de li PLACE SCHUMAN a Brukselê destpê bike û heta saet 15:00, dewam bike."